Tuğçenur Akgün
15 Hezîran 2023•Rojanekirin: 15 Hezîran 2023
Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir, tehdîda guherîna av û hewayê her tim heye.
Biden li paytext Washingtonê di şîva grûbeke parêzvanên hawirdorê da axivî.
Biden daxuyand ku nifşên nû wê rastî gelek tehdîdan werin, yek ji van tehdîda guherîna av û hewayê ye ku li wî ev tehdîd "her tim heye".
Hefteya çûyî ji ber şewata daristanên li Kanadayê eyaletên bakurê Amerîkayê di binê dû da mabûn û hewa zer bûbû. Biden bal kişand ku bi milyonan Amerîkayî mecbûr man û maske dan ber devê xwe û bal kişand ser şert û mercên hewaya ku diguhere.
Biden daxuyand ku divê di vê çarçoveyê da tevdîr werin hildan, ji bo parastina hawirdorê qala gavên rêvebiriyê kir.