04 Gulan 2017•Rojanekirin: 04 Gulan 2017
WASHINGTON
John Dorrîanê Berdevkê Koalîsyona Dijî DEAŞê di brîfînga çapemeniyê da got "PKK perçeyekî Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê ye" û peyra destnîşan kir qesta wî YPG ye û gotinên xwe rast kir.
Dorrîan ji Bexdayê bi weşana zindî li Pentagonê pirsên rojnamevanan ên der barê operasyona Reqayê da bersivand.
John Dorrîanê di daxuyaniya xwe da der barê operasyona Reqayê da agahî dida qesta YPGya şaxa çekdar a PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKyê kir û wiha got: "Heger em behsa PKKyê bikin, ew perçeyekî Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê û Koalîsyona Ereban a Sûriyeyê ye."
Piştî xeberdana Dorrîan qediya rojnamevanekî pirs kir, "Bawer im we got PKK perçeyekî Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê ye. Ji bo piştrast bikim dipirsim?" û Dorrîan wiha bersiv da: "Min wisa got? Min got YPG."
DYA têkiliya di navbera PYD û PKKya rêxistina terorê da înkar dike û alîkariya leşkerî dide Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê ya piranî ji PYDyê pêk tê.
Ji hêla din Albay Dorrian diyar kir ku ew bawer dikin li herêma Reqayê qedera 3-4 hezar milîtanên DEAŞê hene û ji ber hindê karê ku dê were kirin, zehf e.
- "Bingeha Konseya Reqayê eşkere nîne"
Der heqê pirsa gelo Reqa piştî hat rizgarkirin ka dê bi destê kê û çawa were birêvabirin da Dorrian destnîşan kir ku bi navê Konseya Reqayê pêkhateyek li ber avabûnê ye û herwiha ev konsey wê bajêr bi rê va bibe. Ji bo pirsa der heqê peywendiya PYD û Konseyê da jî Dorrian got ku haya wî jê tune ka di konseyê da kê xwedan çiqas hêzê ye.
Dorrian bal kişand ku li bakurê Sûriyeyê qedera 50 hezar mensûbên HSDyê hene, nîvê van mensûbên PYDyê û yên mayîn jî ji ereb, xiristyan û unsûrên din pêk tê. Dorrian bi vê gotina xwe va qebûl kir ku piraniya HSDyê ji PYDyê pêk tê. Herwiha Dorrian îdia kir ku Pentagon polîtîkaya xwe didomîne û hê jî perwerde û alîkariya kel û melên leşkerî bi tenê dide pişkê ereb ê HSDyê.
- "Piştevaniya Tirkiyeyê pir muhim e"
Berdevk Dorrian bal kişand ku di têkoşîna dijî DEAŞê da piştevaniya Tirkiyeyê pir muhim e û gelek ciyên ku ji bona DEAŞê girîng in ên wekî Dabiqê, bi alîkariya Tirkiyeyê hatin wergirtin û wiha got, "Di têkoşîna dijî DEAŞê da piştevaniya Tirkiyeya ku hevkarê me yê NATOyê ye, pir biqîmet e."
- Zirxpoşên Amerîkayê yên li ser sînor
Dorrian wiha bersiv da pirsa zirxpoşên DYAyê yên ku li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê digel milîtanên PYDyê dewriye gerandin:
"Li bakurê Sûriyeyê hin yekîneyên me hene. Li wir em hin peywirên dewriyeyê îcra dikin. Armanca vê yekê, çavdêrî û raporkirina bûyerên ewlekariyê ne. Herwiha ev yek nîşan dide ku ewlekariya hevkarê me Tirkiye û ya hêzên ku em pê ra hevkariyê dikin, ji bo me gelekî girîng e û li ser soza xwe ne."