Haydar Şahin
18 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2018
GAZÎANTEP
Ebdilbarî Osmanê Berdevkê Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) diyar kir ku PYD/PKKya rêxistina terorê mafên kurdan naparêze û xwediyê îdeolojiya wan nîne û got, "Li Efrînê zilm heye."
Osman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi hatina PYD/PKKê ra mecbûr man gundên xwe yê li Qamişloyê terk bikin.
Osman got ji bo ku li heyatê bimîne bi 4 zarokên xwe ra xwe siparte Tirkiyeyê û li Gazîentabê dest bi jiyaneke teze kir û ji pêşerojê hêvîdar e.
Osman diyar kir ku PYD jî wekî rejimê miemeleyeke baş li Kurdan nake û wiha axivî: "Ya rastî PYD mafên me, mafên Kurdan naparêze, xwediyê îdeolojiya me nîne. Em bi daxwaza azadî, aştî û hizûrê dijîn. PYD navê zilmê ye."
Berdevk Osman got ku Kurdên li Sûriyeyê wekî zilma rejimê merûzî zilma PYDyê jî dimînin û wiha pê da çû:
"Li Efrînê zilm heye. Ev zilm hem ya PYDê hem jî ya rejimê ye. Gelê me yê ku li Efrînê heps bûye nizane ku çi bike. Lewra li aliyekî zilma PYDyê, li aliyê din jî hêzên rejima ku me tune dihesibîne heye. Motanî ku em di hepsê da bin. Gel herêmê jî nizane serî li kê bixe, ji kê bawer bike."
"Efrîn erdê gelê herêmê ye"
Osman got ku Efrîn ciyekî xweş e û dibê wekî qadeke ku hezkiriyên azadiyê lê dijîn were dîtin, wekî ku erdê PYDyê qebûl nekin û wiha axivî:
"Efrîn erdê PYDê nîne û dibê nebe jî. Efrîn erdê gelê herêmê ye. Ew erda keda xuşk û birayên me yên Kurd e. Her çiqasî PYD nika wekî xwediyê wê xuya bike jî em nikarin bi destê wê ra berdin. Ew mecbûr in ku bi awayekê ji wê derê herin. Lewra ew erdê gel e. Dibê ji zilimkaran ra nemîne. Heke li wê derê şer derkeve em bawer dikin PYDyê wê derê bi destê rejimê ra berde. Wê çaxê jî gelê herêmê yê ku bi azadiyê bawer dike jî ew ê ji însafa rejimê ra bimîne."