18 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Mehmet Şîmşek li Forûma Aborî ya Davosê beşdarî panêla li ser Sûriye û Iraqê dibin.
Hat ragihandin ku di panêla 20ê mehê de ji xeynî Barzanî û Şîmşek, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Stîvan Dî Mîstûra, Nivîskara Şerqul Ewsetê Mîna Ûrebî û Mudirê Şirketa Neftê Crescent Petroleum Mecîd Cafer jî dê wek panelîst axaftinê bikin.
Li gor agahiyan digel Wezîr Şîmşek Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî jî beşdariyê li Davosê dike.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Huseyn û Berpirsê Têkiliyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa di heyeta Barzanî de cih digirin.
Serok, serokomar, serokwezîr û rayedarên girîng ên wek Serokê Çînê Xi Jinping, Serokwezîra Ingîltereyê Theresa May, Cîgirê Serokê Emrîkayê Joe Biden, Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev, Serokê Ûkraynayê Petro Poroshenko, Cîgira Serokwezîrê Rûsyayê Olga Golodetsi, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Aboriya Cîhanî Roberto Azevedo, Serokê IMF Christine Lagarde, Serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê (IEA) Fatih Birol, Qomîserê Bala yê Penaberan li NYê Filippo Grandi, Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) William Lacy Swing Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) Guy Ryder jî beşdarî civîna Davosê dibin.
Hat ragihandin dê ji 70 welatî ji 300 kesî zêdetir di asta bala de beşdarî çêbe.