Sinan Doğan
23 Hezîran 2024•Rojanekirin: 23 Hezîran 2024
Piştî ku Kolombiyayê ji ber êrîşên ku li Xezeyê li dijî gelê Filistînê didomin peywendiya xwe ya dîplomatîk a bi Îsraîlê ra qut kir, Balyozê Îsraîlê yê li Bogotayê ji welêt veqetiya.
Balyozê Îsraîlê yê li Bogotayê Gali Dogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek parve kir û tê da wiha got, "Gelek spas Kolombiya. Hûn li hemberî me pir nazik bûn. Du salan hûn ji bo dostaniya welat û gelên me yên bira xebitîn. Ji niha da min bêriya we kir. Bi xatirê we."
Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, Balyoza Kolombiyayê ya li Tel Avîvê Margarita Manjarrezê jî dê heya dawiya Hezîranê dawiyê li mîsyona dîplomatîk a li Îsraîlê bîne.
- Petro ragihandibû ku dê peywendiyên dîplomatîk bên qutkirin
Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro di pîrozbahiyên 1ê Gulanê da xîtabî gel kiribû û her wiha destnîşan kiribû ku ji ber êrîşên li Xezeyê li dijî gelê Filistînê didomin, ew ê peywendiyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îsraîlê ra bibirin.
Petro bal kişandibû ku Îsraîl li Xezeyê jenosîdê dike û wiha gotibû, "Em nikarin vegerin çaxa jenodîsê. Li hemberî jinavêbirina gelekî ya bi temamî ya li ber çavê hemû mirovahiyê, nabe ku em bibin temaşevan. Ku Filistîn bimre, mirovahî jî dê bimre."