25 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2016
MOSKOVA
Hat ragihandin ku Balafira Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ya ku tîpa wê TU-154 e û tê de 91 kes hebû, piştî ku ji Soçiyê rabû li ser Behra Reş ket.
Ajansa Tassê daxuyand ku li gor agahiya ewlehiya Soçiyê balafir li ser Behra Reş ketiye.
Di nûçeya Tassê de hat gotin ku perçeyên balafirê ji 6 kîlomêtro dûrî qeraxê hatin dîtin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê balafir ji Soçiyê rabû ku here baregeha Hîmiymîmê ya li Sûriyeyê. Balafira ku tîpa wê TU-154 e û tê de 91 kes hebû, piştî demekê di radarê de xuya nekir.
Wezaretê got ku ji bo balafir bê dîtin xebatan dest pê kir.
Li gor nûçeyên çapemeniya Rûsyayê di balafirê de leşkerên Ûris, rojnamevan û Koroya Artêşa Sor hebû.