07 Sibat 2016•Rojanekirin: 09 Sibat 2016
ENBAR
Hat ragihandin ku li Iraqê di êrîşên ku DAEŞa rêxistina terorê bir ser hêzên ewlehiyê de 37 kes mirin.
Tûxgeneral Îsmaîl el-Mihlawiyê Fermandarê Operasyonên Enbarê yên girêdayî artêşa Iraqê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li bajarê Ramadiyê DAEŞê bi wesayîtên bombebarkirî êrîşê tûgayên lîvaya 10emîn û lîvaya 39emîn û 40emîn ên girêdayî artêşê kir.
Mihlawî got ku piştî êrîşên bi bombe milîtanên rêxistinê dest bi êrîşa çekdarî kirin û qal kir ku di bûyerên ku qewimîn de 23 esker mirin.
Mihlawî da zanîn ku artêşê bi piştgiriya hewayê ya balafirên girêdayî koalîsyona navneteweyî 33 milîtanên DAEŞê hatin kuştin.
Mihlawî her wiha diyar kir 64 sivîlên ku DAEŞê li herêma Cuyibeya ku dikeve aliyê rojhilat ê Ramadiyê dorpêç kiribûn ji rêxistinê reviyan û xwe sipartin hêzên ewlehiyê û kesên navborî neqlê kampa li bajarê El-Xalidiyeyê kirin.
Ji aliyê din ve çavkaniyên herêmî dan zanîn ku li Fellûceyê êrîşkarekî xwekujiyê yê ku milîtanê DAEŞê ye bi wesayîta bombebarkirî êrîşî baregehekî artêşa Iraqê û Heşdî Şabiyê kirin û di êrîşê de 14 kes mirin.