WASHÎNGTON
Arîkarê Serokwezîr Beşîr Aatalay li Washîngtona paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hevdîtinan pêk tîne.
Atalay di roja ewil a ziyareta xwe ya li Washîngtonê bi Wezîrê Asayîşa Navxweyî ya DYAyê Jeh Johnson re hat bal hev. Di hevdîtinê de li ser hevkariya herdu welatan û kêşeya Sûriyeyê hat rawestîn.
Piştî hevdîtina xwe ya li gel Johnson, Atalay derbasî Qesra Spî bû û li vir bi Arîkarê Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Qesra Spî Tony Blînken re hat bal hev.
Hevdîtinên Arîkarê Serokwezîr Atalay ên li Washîngtonê dê îro jî bidomin. Atalay li Ofîsa Washîngtonê ya Weqfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasî (SETA DC) dê beşdarî konferansa salane ya 4emîn bibe û dê li vir axaftinek bike.