Artêşa Îranê: Di êrîşên Îsraîlê da 56 esker hatin kuştin

Tahran
Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Îranê da 56 mensûbên artêşê hatin kuştin.
Li gor agahiya artêşa Îranê parve kir di êrîşên Îsraîlê yên dijî Îranê da di rutbeyên cuda da 56 esker mirin.
- Pêvajoya pevçûnê ya ku bi êrîşên tund ên Îsraîlê yên dijî Îranê dest pê kir
Îsraîlê di 13ê hezîranê da di serî da tesîsên nukleerê yên li bajarên cuda yên Îranê êrîşên berfireh ên ku qedemeya fermandariyê ya payebilind a artêşê jî hedef girt, kirin.
Li Îranê Sererkan, Fermandarê Giştî yê Mihafizên Şoreşê û hin fermandarên payebilind û 9 zanyarên nukleerê di êrîşan da hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê di daxuyaniya xwe ya nû da ragihand ku di êrîşên Îsraîlê da bi tevahî 627 sivîl hatin kuştin, jimara birîndaran jî ji 4 hezarî derbas kir.
Di êrîşên bi fuzeyê yên ku Îranê wekî bersiv avêtin da li gor Îsraîlê 28 kes hatin kuştin, 1272 kes jî birîndar bûn.
Amerîkaya ku piştgiriyeke eşkere da Îsraîlê di 22yê hezîranê da êrîşî 3 êrîşên nukleerê yên Îranê yên li Natanz, Fordo û Îsfexanê kir.
Îranê wekî bersiva êrîşa Amerîkayê di 23yê hezîranê da êrîşî Baregeha Asîmanî ya El-Ubeyd a li Qeterê ya Amerîkayê kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 24ê hezîranê da ragihand ku di navbera Îran û Îsraîlê da agirbest pêk hat.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.