Türkan Tosun
24 Hezîran 2020•Rojanekirin: 24 Hezîran 2020
Artêşa Libyayê daxuyand li paytext Trablusê li herêmeke ku ji destê milîsên Xelîfe Hafter hat xilaskirin 3 cesed hatin dîtin.
Şaxa çapemeniyê ya Operasyona Agirîn a Hêrsê ya ji hêla artêşa Libyayê tê meşandin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got li herêma Ayn Zarayê cesedê 3 kesên ku nasnameya wan hê nediyar e, hat dîtin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ev herêm berê di destê milîsên Hafter û eskerên bipereyan şer dikirin ên Wagnerê da bû.
Artêşa Libyayê di 20ê Hezîranê da daxuyand Trablus û Terhune dema ji destê milîsên Hafter hat xilaskirin lli gorên komî û nexweşxaneyan ji 5ê Hezîranê vir va cesedê 190 kesan hat dîtin.
Artêşa Libyayê di demên dawîn da tevahiya Trablusê, bajarê Terhuneyê û herêmên din ên li rojavayê welêt ji destê milîsên Hafter xilas kiribûn.