Nihat Kavşut
22 Hezîran 2017•Rojanekirin: 23 Hezîran 2017
GAZÎANTEP
Fehîm Îsayê Fermandarê Tumena Siltan Murad ya di bin banê Artêşa Sûriyeya Azad da ye destnîşan kir hedefa wan a tekane parastina yekîtiya ax û azadkirina xelkê Sûriyeyê ye.
Îsa daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir operasyona Mertalê Feratê qediya û got bi saya vê operasyonê hêzên Artêşa Sûriyeya Azad bi xwe va hatin û ji xwe bawer bûn.
Fehîm Îsa diyar kir li herêmê tenê Artêşa Sûriyeya Azad li dijî hêzên terorê şer dike û wiha got: "Em tenê ji bo xelkê Sûriyeyê şer dikin. Em naxwazin wekî PYDyê Sûriyeyê perçe bikin û wekî DEAŞê zilm û zextê li gel bikin. Loma jî doza me heq e. Hedefa me ya tekane parastina yekîtiya ax û azadkirina xelkê Sûriyeyê ye."
Îsa destnîşan kir divê dewletên mezin fehm bikin bi rêxistineke terorê rêxistineke din a terorê ji holê nayê rakirin û wiha dewam kir: "Operasyona Reqayê dest pê kiriye û hin fikar û metirsiyên me hene. Digel hemû hişyariyan Amerîkayê biryar da operasyonê bi PYDyê ra bike. Niha operasyon dewam dike. DEAŞ ji Tedmur û el-Maraya li rojhilatê Humusê û Reqayê vedikişe. Ji ber vê jî gumanên me hene. Em nizanin li Reqayê çi diqewime. Di navbera DEŞA û PYDyê da çi diyalog û peyman heye em nizanin."
Fehîm Îsa diyar kir ji bo hizûr û aramiya Sûriyeyê amade ne tevlî hemû operasyonan bibin.