Türkan Tosun,Önder Beyter
13 Îlon 2017•Rojanekirin: 14 Îlon 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva yê Pakistanê Xoce Mihemed Asif der barê îdiayên Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku dibêje "Pakistan ji bo rêxistinên terorê alîkariyê dike" de wiha got: "Hewcedariya Talibanê ya li Pakistanê bi alîkariyê tune. Amerîkiyan di nav 15 salên dawîn de ji sedî 40ê axa Efxanistanê da Talibanê. Amerîkiyan piştgiriya Talibanê kir, ne Pakistanê."
Asif li Tirkiyeyê piştî hevdîtinên xwe yên fermî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û pirs bersivandin.
Asif got di hevdîtinan de pêwendiyên di navbera Pakistan û Tirkiyeyê, mijarên herêmî, rewşa li Efxanistanê hatine axaftin, di qada parastin û bazirganiyê de behsa hevkariyê hatiye kirin.
Wezîr Asir destnîşan kir di hevdîtinan de ew li ser rewşa Efxanistanê û Talibanê sekinîne û wiha axivî: "Piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump em bi dost û cînarên xwe yên li herêmê re axivîn ji bo ku em tevgereke hevpar nîşan bidin, çareseriyeke hevpar çêbibe û ewlehî pêk bê. Gelê Efxanistanê 40 sal e ji ber terciha siyasî ya Amerîkayê êşê dikşîne. Ji bo ku çareserî çêbibe divê li Efxanistanê aştî pêk bê, ji hêla aboriyê va xurt bibe û pêşva here."
- "Amerîkayiyan baregeheke ewle pêşkêşî Talibanê kirin, ne Pakistanê"
Asif bal kişand ku DYAyê di şerê li Efxanistanê da bi trilyonan pere xerc kir û wiha pê da çû, "Heger Amerîkayê bi aqilane û duristir pere xerc bikira, belkî heta niha aştî pêk hatibû."
Asif got ku wan digel rêveberiya DYAyê mijara Efxanistanê gotûbêj kir û wiha dewam kir, "Helwesta me ya Efxanistanê çêtir e. Heger ev şer bi dawî bibe, wê bo me çêtir be, bêtir berjewendiya me di vê yekê da heye. Ji ber ku em li qada şer dijîn. Van pevçûnan rasterast li ser jiyana me tesîr kir. Ji ber hindê menfeata me ji DYAyê zêdetir e."
Ji bo pirsa der heqê îdiayên Serokê DYAyê Donald Trump ku gotibû, "Pakistan baregehên ewle pêşkêşî rêxistinên terorîst dike" da jî Asif wiha xeberda, "Li Pakistanê hewcedariya Talibanê tune ku xwe li baregekê star bike. Amerîkayiyan di 15 salên dawîn da ji sedî 40ê xaka Efxanistanê da Talibanê. Amerîkayiyan baregeheke ewle pêşkêşî Talibanê kir, ne Pakistanê."
- "Dijminên Tirkiyeyê yên Pakistanê ne jî"
Asif diyar kir ku Pakistan bi awayekî qewîn pişgiriya têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) dike û wiha got, "Dijminên Tirkiyeyê, dijminên Pakistanê ne jî."