01 Nîsan 2018•Rojanekirin: 02 Nîsan 2018
EZEZ/ANKARA
Amerîka li Minbica navçeya Sûriyeyê ya ku Tirkiye dixwaze ji terorê paqij bike hêzên xwe zêdetir dike.
Li gor agahiya çavkaniyên herêmî yên li Minbicê, Amerîkayê li Minbica ku dikeve aliyê rojavayê Çemê Feratê hejmara eskerên xwe zêde kirin.
Amerîkayê 300 esker, gelek wesayîtên bizirx û makîneyên kar li ser xeta eniya herêma Mertalê Feratê bi cih kirin.
Hêzên Amerîkayî li aliyê Çemê Sacuyê ya ku di navbera herêma Operasyona Mertalê Feratê û eniya YPG/PKKyê de ye û li aliyê gundê Zubul Beynê ya li rojavayê navçeyê ye bi cih bûn.
Eskerên Amerîkayî ji baregeha Sebetê ya li herêma Sirrinê hatin Minbicê.
Niha 3 cihên çavderiyê yên Amerîkayê hene ku ew Tuhar, Hîlvancî û Dadat in.
- Hejmara dewriyeyan zêde bû
Hêzên ku hejmara wan hat zêdekirin li ser xeta Çemê Sacuyê her roj dewriye davêjin.
Hêzên Amerîkayî li herêma Resul Eynê jî ev 3 roj in dewriyeyê davêjin.
Minbica navçeya Helebê ji tebaxa 2016an vir ve bi piştgiriya Amerîkayê di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê de ye.
Amerîka bi bahaneya têkoşîna terorê ya li dijî DEAŞa rêxistina terorê piştgiriyê dide YPG/PKKyê. Amerîkyê gotibû piştî ku navenda navçeyê ji DEAŞê bê paqijkirin YPG/PKK wê ji herêmê vekişe, rayedariya navçeyê wê bikeve destê gel.