Haydar Şahin
13 Îlon 2018•Rojanekirin: 13 Îlon 2018
WASHINGTON
Rêveberiya Amerîkayê pîlana li herêma Donbasê ya ku cihêkarên alîgirê Rûsyayê lê dijîn kirina hilbijartinê red kir.
Heather Nauerta Berdevka Wezareta Karên Derva der barê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî ya bi navê "Li Ukraynayê hilbijartinên çêkirî yên bi piştgiriya Rûsyayê" da.
Nauertê got, "Amerîka eşkerekirina pîlana li qaşo Komarên Gel ên Donetsk û Luganskê kirina hilbijartinê şermezar dike. Dema ku Federasyona Rûsyayê van herêman kontrol bike meriv nikare bêje hilbijartineke heqîqî hat kirin. Ev berevajiyê berpirsyariyên Rûsyayê yên Peymana Mînskê ye."
Nauertê îdia kir ku di pêvajoya hilbijartinê ya li rojhilatê Ukraynayê da Rûsya guh nade rêgezên navneteweyî û wiha pê da çû: "Di Qanûna Bingehîn a Ukraynayê da ciyê qaşo komarên gel ên bi destê Rûsyayê tên avakirin tune."
Garrett Marquisê Berdevkê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê hefteya borî di daxuyaniya xwe da gotibû di peymanên ji bo çareserkirina pirsgirêka li herêma Donbasê ya li rojhilatê Ukraynayê da xala referandumê tune. Marquis destnîşan kiribû ku hewla organîzekirina "qaşo referandumê" ew ê meşrû nebe.
Anatoli Antonovê Balyozê Washîngtonê yê Rûsyayê jî diyar kiribû ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê di lûtkeya li Helsînkiyê da li ser îhtimala referanduma li rojhilatê Ukraynayê axivîbûn.
Donbasa herêma Ukraynayê di kontrola cihêkarên alîgirê Rûsyayê da ye. Cihêkarên alîgirê Rûsyayê lu herêmên Donetsk û Luganskê qaşo rêveberî îlan kirin, di navbera wan û yekîneyên Ukraynayê da ji sala 2014an vir da pevçûn derdikevin.