Dinya

Amerîkayê bihayê 8 milyar dolarî F-16 firot Tayvanê

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê pesend kir ku bihayê 8 milyar dolarî 66 F-16 tîpa 70yî bifroşe Tayvanê

İbrahim Atmaca  | 21.08.2019 - Rojanekırın : 22.08.2019
Amerîkayê bihayê 8 milyar dolarî F-16 firot Tayvanê

Washington DC

Hat ragihandin ku Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê pesend kir ku bihayê 8 milyar dolarî 66 F-16 tîpa 70yî bifroşe Tayvanê.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Ajansa Parastin û Tevkariya Ewlehiyê ya Amerîkayê, "Ofîsa Nûnertiya Aborî û Çandinî ya Taipeiyê ya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê di çarçoveya firotanên eskerî yên ji bo derva da pesend kir ku bi bihayê 8 milyar dolarî 66 F-16/C/D Bloq tîpa 70yî balafir û elemanên wê were firotin."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji Kongreyê ra jî qala firotinê hat kirin.

Ji ber ku di navbera Amerîka û Tayvanê da têkiliya dîplomatîk a fermî tuneye, Ofîsa Nûnertiya Aborî û Çandinî ya Taipeiyê li Washingtonê nûnertiya Tayvanê dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın