Abdullah Tel
29 Îlon 2020•Rojanekirin: 30 Îlon 2020
Hat ragihandin ku ji bo zilamê reşik William Greenê li Marylanda eyaleta Amerîkayê bi destê polêsan hat kuştin wê 20 milyon dolar cirm bê dayîn.
William Green li Marylanê tevlî qezayeke mezin bûbû û polêsan kelepçe li dest xistin û paşê bi derbeyên 6 guleyan va ew hat kuştin û hat gotin ku rêveberiya navçeya bûyer lê qewimî wê 20 milyon dolar cirma wek heqê xwînê bide malbata wî.
Di bûyera 27ê Rêbendanê qewimîbû da polês Michael Owenê xebatkarê Midûriyeta Ewlehiya Navçeya Prince Georgeyê bû Greenê ku tevlî qezayê bûbû qefalt, destê wî ji pişt va kelemçe kir û piştî li wesayîtê siwar kir jî 7 gule berî wî da. Ji guleyan 6 heb li Green ketin û ew mir.
Polês Owen ji kar hat dûrxistin û ew ji ber kuştinê jî alî juriyê va sûcdar hat hesibandin. Parêzerê wî jî ragihand ku muwekîlê wî bêsûc û li benda wê rojê ye ku doza wî bê kirin.
Li Amerîkayê ji ber tundiya polêsan cara ewile ku cirmeke evqas zêde tê dayîn. Du hefte berê jî ji bo Breonna Taylor a ku li Kentuckyê ji alî polêsan va hatibû kuştin bi bergîdana 12 milyon dolarî va cirm hatibû dayîn.