Önder Beyter
03 Nîsan 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
MINBIC/ANKARA
Amerîka li bakurê Sûriyeyê li beşa rojavayê Çemê Feratê li navçeya Minbica ku di bin dagiriya rêxistina terorê YPG/PKKyê da ye, 2 baregehan ava dike.
Li gorî agahiya ku AAyê ji çavkaniyên ewle yên li Minbicê wergirt, Amerîka li bakurê navçeya li rojhilatê başûrê gundê Dadatê qadeke ku wekî cihê çavdêriyê bi kar dianî, fireh dike û dixe baregeh.
Artêşa Amerîkayê ji bo vê armancê gelek alavên înşeatê û makîneyên şixul ber bi deverê veguhastin.
Ev baregeh 8 kîlomêtro dûrî Ava Sacû ku Cerablusa di nava herêma Mertalê Feratê da û xeta eniya Minbicê ji hev diqetîne, ye.
Baregeha din a ku Amerîka ava dike jî 4 kîlomêtro dûrî eniyê ye. Ev baregeh jî ber bi başûrê gundê Dadatê dikeve. Unsûrên Amerîkayê yên ku li çewlikeke bi navê Nûaymiyeyê bi cih bûn, ji bo ku qadê bixin baregeh xebatê dimeşînin.
Dema kuta bibe Nûaymiye wê bibe ew baregeha Amerîkayê ku herî zêde nêzîkî unsûrên Mertalê Feratê ye.
- Amerîkayê hêzên xwe teqwiye kiribûn
Piştî ku daxuyaniyên Tirkiyeyê yên operasyona dijî Minbicê zêde bûn, artêşa Amerîkayê pêr hêzên xwe yên li herêmê teqwiye kiribûn.
Ligel konvoya wesayîtên eskerî, qedera 300 eskerên Amerîkayê hatibûn herêmê.
Niha 3 cihên çavdêriyê yên Amerîkayê hene ku ev jî Tuhar, Hîlwanci û Dadat in û li ser xeta sînorê herêma Mertalê Feratê ku di kontrola mixalifan da ye.
YPG/PKKyê Minbica navçeya Helebê di tebaxa 2016an da bi alîkariya Amerîkayê ji rêxistina terorê DEAŞê wergirtibû û dagir kiribû.
Amerîkayê soz dabû Tirkiyeyê ku dema DEAŞ ji navçeyê hat paqijkirin, wê YPG/PKKyê ji navçeyê derxe, lêbelê Amerîkayê sozê xwe neanîbû cih.