Elif Irmak
09 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2020
Mesrûr Barzaniyê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) li avahiya li Hewlêrê Davîd Schenkerê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê yê ji Karên Rojhilata Nêz Berpirsyar qebûl kir.
Li gor daxuyaniya ku ji ofîsa serokwezîriyê hat dayîn hevdîtin ji çapemeniyê ra girtî hat kirin, di civînê da Barzanî, Schenker û Serkonsolosê Hewlêrê yê Amerîkayê Stefan Fagîn amade bûn û li ser bûyerên dawîn ên li Iraq û herêmê sekinîn.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin Barzanî gelekî bi fikar e ku ji ber geşedanên van rojên dawîn rageşî zêde dibe û hat ragihandin ku di hevdîtinê da sekankirina rewşê hat destnîşankirin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku herdu alî jî wekî hev difikirin ku divê rageşiya li Iraqê bê sekinandin, hikûmeteke ku dê li Bexdayê aktîf bixebite û berpirsyariyê hilde ser xwe û hember mafên destûra bingehîn ên HKIyê rêzê digire bê avakirin.
- Bi Mesûd Barzanî ra jî hevdîtin kir
Ji hêla din va Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistanê yê berê jî di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê Twitterê da diyar kir ku li avahiya xwe ya li Selahaddîna bajaroka Hewlêrê bi heyeta Amerîkayê ya bi serokatiya Schenker ra hevdîtin kir.
Barzanî ragihand ku bi heyeta Amerîkayî ra li ser geşedanên dawîn ên li Iraqê, girîngiya peydakirina çareseriya acîl, xwepêşandanên dijî hikûmetê yên berdewam û daxwazên mafdar ên xwepêşandêran sekinîn.
Piştî ku Amerîkayê hefteya borî General Qasim Silêmaniyê Îranî kuşt Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê ragihandibû ku bi dehan fuzeyên balîstîk li Baregeha Eyn el-Esed a Amerîkayê ya li Iraqê xistin.