Hasan Esen
02 Hezîran 2022•Rojanekirin: 02 Hezîran 2022
Alîgirên PKKya rêxistina terorê li Londona paytextê Îngiltereyê meşiyan.
Meşê li îstasyona metroyê ya Islîngtonê ya Londonê dest pê kir û hat dîtin ku biqasî 50 alîgirên PKKyê tevî meşê bûne.
Meş ji hêla qaşo tevgerên ciwaniyê yên PKKyê va hat lidarxistin û paçikên sembola qaşo kom û komeleyên bi rêxistina terorê ra têkildar di destê kesên meşiyan da bûn.
- Berê polêsan midaxele kiribû
Li Îngiltereyê daraza bilind di sala 2018an da cezayên ku dabûn kesên dema xwepêşandanên protestoyê yên ku li Londonê dijî Herekata Çiqlê Zeytûnê hat kirin da bi wan ra paçikên sembola PKKyê hebên pesend kiribû.
Di biryarê da hatibû destnîşankirin ku bi xwe ra gerandina sîmgeyên rêxistina terorê di çarçoveya azadiya gotinê da nîne.
Biqasî 3 mehan piştî vê biryarê alîgirên PKKyê li Londonê xwepêşandan li dar xistibûn û di destê wan da paçikên sembola rêxistina terorê hebûn û polêsan midaxeleyî xwepêşandanê kiribû.