12 Sibat 2019•Rojanekirin: 13 Sibat 2019
BERLÎN
Almanyayê fealiyetên Weşanxaneya Mezopotamyayê û şirketa bi navê "MIR Multîmedia"yê yên ku bi PKKya rêxistina terorê re têkildar in qedexe kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî de hat diyarkirin ku bi telîmata Wezîrê Karên Navxweyî Horst Seehofer fealiyetên Weşanxaneya Mezopotamyayê û şirketa bi navê "MIR Multîmedia"yê yên ku bi PKKya rêxistina terorê re têkildar in hatin qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gor qanûna komeleyan qedexe hat derxistin û hat ragihandin ku ji sibê ve li eyaletên Ren Vestfalyaya Bakur û Saksonyaya Jêrîn li hin mekanên weşanxane û komeleya navborî lêgerîn hatin kirin û dest danîn ser hin materyalan.
Wezîrê Karên Navxweyî Horst Seehofer diyar kir ku PKK digel ku rêxistina terorê ya qedexekirî ye li Almanyayê çalak e û da zanîn ku qedexekirin ji bo riayetkirina nîzama hiqûqê mecbûriyetek bû.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her wiha delîlên ku di lêgerînên ku berî niha li kargehan hatibûn kirin de bi dest xistibûn guman xurt kirin herdu komale tena serê xwe ji bo ku guncaviya rêxistinê yê PKKê pêk bînin xizmetê dikin.
Hat diyarkirin ku fealiyetên bazirganî yên herdu şirketên navborî jî ji bo berjewendiyên PKKyê ne.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxisti ku PKKya rêxistina terorê ji sala 1993yan vir ve di nav lîsteya rêxistinên terorê yên qedexekirî de ye û hat ragihandin ku li Almanyayê 14 hezar û 500 alîgirên PKKyê hene, di nav rêxistinên terorê yên biyanî de herî zêde alîgirên PKKyê hene.