Alaya DYAyê ya li "baregeha" PYDê
Berdevkê Pentagonê Cook got ku nûçeyên der heqê li avahiya ku lê gelek milîtanên PYDê hene daliqandina alaya DYAyê de nedît lê belê "heke tişteke wiha hebe dê li ser vê yekê bi hevkarên xwe re biaxivin."

Washington DC
WASHINGTON
Berdevkê Wezareta Parastina DYAyê (Pentagon) Peter Cook got ku nûçeyên der heqê li avahiya ku lê gelek milîtanên PYDê hene daliqandina alaya DYAyê de nedît lê belê "heke tişteke wiha hebe dê li ser vê yekê bi hevkarên xwe re biaxivin."
Peter Cook li Pentagonê civîna çapemeniyê li dar xist û bersiva pirsên nûçegihanê AAyê yê der heqê li Tel Abyada navçeya Reqayê li avahiya ku lê milîtanên PYDya rêxistina terorê daliqandina alaya Amerîkayê de da.
Cook diyar kir ku nûçeyên der heqê mijarê de nedît û wiha axivî: "Lê belê me berê niha jî gotibû hevakrên xwe ku bila ji serê xwe alaya Amerîkayê nedaliqînin" û got ku "Ez bûyera dawîn nizanim lê heke tişteke wiha hebe em ê li serê biaxivin."
Rayedarekî Pentagonê yê din piştî civîna ewlehiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku "Em li bûyerê dinêrin."