11 Hezîran 2017•Rojanekirin: 12 Hezîran 2017
DOHA
Hat ragihandin ku Qeter wê ji bo kesên ku ji ber biryara dorpeçiyê ya Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Ereban û Behreynê mexdur bûn, doza tezmînatê veke.
Serokê Komîteya Mafên Mirovahî ya Neteweyî ya girêdayî Hikûmetê Elî bîn Damir el-Merrî di civîna çapemeniyê da ragihand, ji ber ku Erebistana Siûdî, Mirektiyên Ereban û Behreynê qada hewayê ji Qeterê re girtin, welatiyên Qeter û welatên Konseya Hevkariyê ya Kendavê (GCC) mexdûr bûn. Ji bo zirara mexdûrên dorpeçiyê bê dayîn dê bi Biroya Hiqûqê ya Navneteweyî re peyman bê îmzekirin.
Merrî ragihand ku Biroya Hiqûqê ya Navneteweyî dê dozê veke û ji van welatan bi navbeynkariya dadgehên neteweyî daxwaza dayîna heqê zirarê bike. Heke ev welat daxwazê qebûl nekin wê di çarçoveya "dayîna heqê zirarê" dê serî li dadgehên navneteweyî bidin.
Merrî biryarê wek "cezakirina komî û sûcê navneteweyî" bi nav kir û got ku ji komîteyê re piştî qeyrana li Kendavê 700 carî hatiye gilîkirin, ji ber vê jî ev biryar nayê qebûlkirin.