Türkan Tosun
13 Îlon 2017•Rojanekirin: 14 Îlon 2017
ANKARA
Serokwezîr û Cigirserokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim der barê têkoşîna li dijî terorê de got: "Mixabin hê piştgiriya terorê dewam dike. Çi ye, dibêjin ew li dijî SIHAyan in. Çima hûn li dijî wan in? Dema ku welatî dihatin kuştin, ew karkerên ku rê çêdikirin bi qeleşî hatin kuştin çima dengê we dernediket? Dema ku bi îmkanên teknolojiyê va ew namerdên ku gundparêz, polês, leşker û cendirmeyan dikuştin tên berteref kirin hûn çima dijî vê yekê derdikevin?"
Yildirim, di Civîna Şaredaran de ya li ATO Congresiuma Enqeryê tê lidarxistin axivî.
Rexneyên li dijî firokeyên çekdar ên bêmeriv ku ji aliyê partiyên muxalefetê ve hatin ser ziman Yildirim wiha bersivandin:
"Hûn şûna van bibêjin, pêşiyê mêze kin bê ka di wê meşa me ya ku we digot 'edalet' da hûn ketine milê kê û paşê werin qise bikin. Xwelî li serê wan kesan be ku bêperwa van îftirayan tînin ziman. Li vî welatî dijîn, bi pereyê vî welatî debara xwe dikin û di ser da jî radibin bêşerm û eyb van tiştan dibêjin."
Yildirim anî ziman ku li Tirkiyê hê jî piştgiriya terorê dewam dike û hin alî îddiayên bêbingeh tînin ziman û wiha axivî:
"Mixabin hê piştgiriya terorê dewam dike. Çi ye, dibêjin ew li dijî SIHAyan in. Çima hûn li dijî wan in? Dema ku welatî dihatin kuştin, ew karkerên ku rê çêdikirin bi qeleşî hatin kuştin çima dengê we dernediket? Dema ku bi îmkanên teknolojiyê va ew namerdên ku gundparêz, polês, leşker û cendirmeyan dikuştin tên berteref kirin hûn çima dijî vê yekê derdikevin?"