Abdullah Tel
31 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2019
Li nêzî Liyakatpura bajarê Pakistanê piştî teqînê agir bi sê vagonên trenê ket û li gor tespîtên ewil 65 kes mirin û ji 40î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Serokê Rêhesinên Pakistanê Şêx Reşîd Ehmed daxuyanî da û ragihand ku ekspresa Tezgramê ya ji Karaçiya li başûrê welêt diçû Revalpîndiya li bakurê welêt û li nêzî navçeya Liyakatpurê ya bajarê Rehîm Yar Xanê piştî teqînekê agir pê ket.
Ehmed diyar kir, teqîn ji ber du tupên piçûk ên wek "ocaxa kampê" tê zanîn, çêbû û rêwî ji bo ku taştêya xwe amade bikin ev tup bi xwe ra birine. Ehmed got ku piştî teqînê hin rêwî tirsiyan û bi wê tirsê xwe ji trenê avêtine û mirine.
Piştî qezayê Wezîra Tenduristiya Eyaleta Pencapê Yasmîn Raşîdê diyar kir ku jimara kesên di qezayê da can dan gihîşt 65an û herî kêm 40 kes jî birîndar bûn.
Serokê Şaxa Lêgerîn û Xilaskirinê ya Rahîm Yarê Bakîr Hiseyîn jî destnîşan kir ku di qezayê da hin kesên mirî û birîndar zêde şewitîne û bi taybetî jî hin mirî qet nayên naskirin û wê nasnameya wan kesan bi analîzên DNAyê bê tespîtkirin.
Rayedarên Wezareta Rêhesinan di daxuyaniya ku dan çapemeniya herêmî da gotin ku ocaxa kampê qedexeye û rêwiyan ew bi dizî kirine trenê.
Ji aliyê din va artêşa Pakistanê jî seba xebatên xelaskirin û tedawîkirinê doxtorên xwe şandin nexweşxaneyên herêmê û cihê qezayê. Artêşê daxuyand ku ji bo rêwiyên rewşa wan giran e û seba şandina nexweşxaneyên din wê ambulansa firoke jî bişîne.
- Serokwezîriyê lêpirsîn da destpêkirin
Serokomarê Pakistanê û Serokwezîrê Pakistanê piştî qezayê daxuyanî dan.
Serokomar Arîf Alvî ragihand ku ji ber bûyerê ew gelek xemgîn e û sersaxî da xizmên kesên di qezayê da can dan.
Serokwezîr Îmran Xan jî wek Serokomar Alvî daxuyanî da û got ku ji bo lêpirsîneke bi lez û bez bê kirin wî emir da.