01 Sibat 2019•Rojanekirin: 02 Sibat 2019
ANKARA
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Prof. Dr. Fahrettîn Altun: "Heger Amerîka çiqas zûtir fehm bike maliyeta gavên ku berevajiyê Tirkiyeyê tên avêtin ji gavên ku gorî hêviyên Tirkiyeyê tên avêtin zêdetir e, wê ji bona Amerîkayê baş be. Lewra di her warî da Tirkiye bêalternatîf nîne."
Altun daxuyanî da kovara Krîterê ya ku di bin banê Weqfa Lêkolînên Siyaset, Aborî û Civakî (SETA) tê weşandin.
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Altun destnîşan kir heger Amerîka çiqas zûtir fehm bike maliyeta gavên ku berevajiyê Tirkiyeyê tên avêtin ji gavên ku gorî hêviyên Tirkiyeyê tên avêtin zêdetir e wê ji bona Amerîkayê ev baş be û got ku lewra di her warî da Tirkiye bêalternatîf nîne.
Altun destnîşan kir Tirkiye li hember her hewldanên ji bona avakirina korîdora terorê wê guh nede tu gefxwarinê û navika xwe bi xwe bibire.