HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî got ku Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî li ser soza xwe nesekinî ji ber ku hê para herêmê ya ji bûtçeyê û mehaneya karmendan neşand.
Serokwezîr Barzanî li Parlementoya HKIyê der barê qeyrana aboriyê, pirsgirêkên di navbera wan û Bexdayê û çareseriya wan de agahî da parlementeran. Piştî civîna veşartî Barzanî daxuyanî da rojnamevanan û wiha got:
"Wek hikûmeta Kurdistanê armanca me ew e ku em bi rêvebiriya Bexdayê re li hev bikin. Heke ev nebe, rêyeke me ya din heye. Îbadî biryar dabû ku ji bûtçeya Iraqê para Kurdistanê qismekî bişîne. Li hemberî vê qismeke nefta ku ji herêma Kurdistanê tê îxrackirin wê li ser Şirketa Neftê ya Netewî ya Iraqê (SOMO) bihata firotan. Lê mixabin li ser soza xwe nesekinî."
Barzanî got ku ew gavên baş diavêjin û hêvî dikin ku bi nefta wê peşerojê bifroşin ve ew ê hemû hewcedariyên herêmê bibînin û wiha got: "Heta dawiya salê wisa xuya dike ku rojê 450 hezar warêl neft dê bê îxrackirin. Heta dawiya 2015an jî em bendêne ku bibe 800 hezar warêlî."
Barzanî got ku pirsgirêka wan û Bexdayê ne bi tenê bûtçe û firotina neftê ye. Rewaca madeya 140emîn, çekşandina pêşmergeyan û nedana mehaneyan jî pirsgirêk e.
Barzanî wiha axivî: "Hikûmeta Bexdayê mehaneyên karmendan dibire, lê mehaneyên karmendan ên ku li herêmên di bin kontrola DÎŞIyê de ne dide. Ev rewş ji bo hikûmeta Kurdistanê û gelê me ezîyet e. "
Serokwezîr Barzanî ji bo pêwendiyên Iraq û Tirkiyeyê jî wiha got: "Di navbera her du welatan de pirsgirêk çêbe ev ne xêra me ye. Ji ber vê em ji ziyareta Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî ya Enqereyê kêfxweş bûn. Dîsa daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyeyê ya ku got ew ê bê Bexdayê jî gelek baş e. Em ji ber van kêfxweş in."
Alîkarê Serokwezîr Qubat Talabanî jî daxuyand ku wan serî li Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û Îngiltereyê dane ku ew hişyariyê bidin hikûmeta Bexdayê.
Talabanî got ku ew bendêne ku pêşnûmaya qanûnî ya ku destûrê dide ji derveyî welêt deyn bistînin li Parlementoyê bê qebûlkirin.
Herêma Kurdistanê gotibû ku ew ê di heyama nû de bi hikûmeta Bexdayê re bixebitin. Lê hikûmeta Bexdayê ev 8 mehe ku hê para herêma kurdistanê û mehaneyên karmendan neda. Kurd beşdarî hikûmeta Iraqê bûn ku di nav 3 mehan de daxwazên wan bê cih. Di kabîneya Îbadî de 5 wezîr hene.