Çand û huner

Vê hefteyê 10 fîlm dikevin vîzyonê

Melik Fırat Yücel  | 09.12.2021 - Rojanekırın : 11.12.2021
Vê hefteyê 10 fîlm dikevin vîzyonê

Istanbul

Li Tirkiyeyê vê hefteyê 5 jê xwemalî 10 fîlm wê têkevin vîzyonê.

Berdewamiya fîlma "Matriks" a di sala 1999an da ketibû vîzyonê bi lîstikvaniya Keanu Reeves, Laurence Fishburne, Carrie-Anne Moss, Hugo Weaving û Gloria Fosterê va wê bê weşandin.

Lilly Wachowski û Lana Wachowski ya xwîşk û bira ne derhêneriya fîlmê kirin û ji bo meraqdarên aksiyonê fîlm amade kirin.

- "Çîroka Hêla Rojava"

Steven Spielbergê derhênerê sînemayê yê Amerîkayî ku bi berhemên xwe yên berê va tê naskirin vê carê jî bi fîlma "Çîroka Hêla Rojava" va derdikeve pêş temaşevanan.

Di fîlmê da qala reqabeta du çeteyên ji nijadên cihê ne tê kirin û ji herdu aliyan keç û xortek ji hev hez dikin û qala evîna wan tê kirin.

Ansel Elgort, Rachel Zegler, Ariana DeBose, David Alvarez û Rita Moreno di fîlmê da dileyîzin û senaryo jî ji alî Tony Kushner va hatiye nivîsandin.

- "Xalo: Çîroka Mêrekî"

Derhêneriya fîlmê ji alî Ugur Bayraktar va hat kirin û qala jiyana mêrxasekî adil û ku jê hez dikin tê kirin.

Di fîlmê da tevlî Ufuk Bayraktar, Gîzem Karaca, Ahmet Varli, Beste Bereket, Turgut Tunçalp, Murat Akkoyunlu û Banu Fotocan dileîzin û muzîkên fîlmê jî ji alî Yildiray Gurgen hatine çêkirin.

- Şekirê Eydê"

Oyku German, Ulaş Înan Torun, Arben Akiş, Denîz Oral û Asli Bankoglu di fîlma "Şekirê Eydê" da dileyîzin û derhêneriya fîlmê jî Bîlal Koyuncu kir.

Di fîlmê da qala sebiyekî ku malbata wî dixwaze ji nû va xwe berhev bike tê kirin.

- "De Here Lo"

Di fîlma xwemalî ya mîzahê da Burçîn Bîldîk, Ferdî Sancar, Orhan Uslu, Gunce Mutlu û Ferdî Akarnur dileyîzin. Di fîlmê da qala mêrikekî ku ji rûyê hevalên wî da gelek tişt tên serî tê kirin.

- "Petrov bi arsimê ket"

Kirill Serebrennikovê sînemevanê Ûris mîzaha "Petrov bi arsimê ket" ji bo sînemeyê amade kir. Di fîlmê da Yuri Kolokolnikov û Yuliya Peresild dilîzin.

Fîlm bi hevkariya Almanya, Fransa, Swîsre û Rûsyayê hat kişandin. Di fîlmê da Petrovê xêzkarê xêzeromanê her tim dikuxe û bi arsimê dikeve. Petron û Igorê hevalê wî derdikevin meşeke dirêj.

Fîlma ji dawiya Sowyetan hetanî îro dewam dike di navbera tirs û çîrokê da dewam dike.

- "Kişik"

Derhêneriya fîlma "Kişik"ê Philipp Stolzl dike û di fîlmê da Oliver Masucci, Rolf Lassgard, Albrecht Schuch, Birgit Minichmayr û Samuel Finzi dilîzin. Fîlm ji çîroka Stefan Zweîg a bi heman navî hatiye hildan.

- "Yên li malê"

Derhêneriya fîlma "Yên li malê" Julius Berg dike û di fîlmê da Maisie Williams, Sylvester McCoy, Rita Tushingham û Jake Curran dilîzin. Fîlm di cureya tirsê da hatiye kişandin.

- "Lain"

Derhêneriya fîlma "Lain"ê Onur Aydogan dike û di fîlmê da Yalin Cengîz, Funda Donmez, Rifat Kanpara, Doruk Emek û Sînan Taşkan dilîzin. Di fîlmê da qala merivekî piştî serpêhatiyan bi jina xwe ra vedigere gundê xwe tê kirin.

- "Ezamet"

Derhêneriya fîlma "Ezamet"ê Cengîz Kaplan dike û fîlm di cureya tirsê da hatiye kişandin. Di fîlmê da Kubra piştî qedandina zanîngehê vedigere gundê xwe, Buşraya xwîşka wê jî tê ba wê û fîlm dewam dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.