Muhammet Kurşun
25 Hezîran 2017•Rojanekirin: 26 Hezîran 2017
ANKARA
Sahilên Tirkiyê piştî rojiyê di yekem roja Eyda Remezanê de li bajarên wek Antalya, Mugla, Tekirdag û Sînopê gelekî qelebalix bûn.
Li Muglayê germahî 35 pile bû û welatiyan û tûrîstan ji bo hênikbûnê berê xwe da sahilan, ketin behrê.
Li Sînopê jî ku yek ji bajarên herî bextewer e di Eyda Remezanê de qelebalixiyeke zêde dixuyê.
Bajarê Antalyayê jî wek hemû deman di eydê jî bû navnîşana serekî ya tatîlhezan.
Germahiya li Antalyayê gihîşt 39 pileyî. Sahilên wê hatin dagirtin.
Li bajarê Tekirdagê jî eleqeyeke zêde heye û ew der jî wek hemû peravan qelebalix e.