Muhammet Kurşun
25 Hezîran 2017•Rojanekirin: 26 Hezîran 2017
MELBOURNE
Li bajarê Melbournea Awustralyayê li ser îhtimala êrişeke terorî kolan û sikak bi blokên beton tên dorpêçkirin û ev zêde dibin.
Piştî hefteya borî bi biryara hikûmeta eyaleta Victoriayê blokên beton li Cadeya Bourkeê û Meydana Federasyonê hatin bicihkirin, vê hefteyê li ser tirsa êrişekê ev tevdîr hatin zêdekirin.
Stasyona Trênê Southern Cross, Kolanên Queensbridge, Queen Victoria Market, Swanston û Flindersê û 10 cihên din hatin dorpêçkirin.
Berpirsan diyar kir ku eger îcab bike dê zêdetir blokan deynin cihên birîsk.
Hefteya borî li semtê Brightona Melbourneê milîtaneî DEAŞê mêrek kuştibû û jinek rehîne girtibû. Dimitrious Gargasoulas 20ê Kanûna Paşîn a 2017an wesayita xwe ajotibû ser peyayan û 6 kes kuştibûn 26 jî birîndar kiribûn.