Muhammet Kurşun
25 Hezîran 2017•Rojanekirin: 26 Hezîran 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku rêxistina terorî DEAŞ li navenda Mûsilê tenê ji sedî 1ê kontrol dike.
Berdevkê Fermandeyiya Operasyonên Hevpar ya Iraqê Yehya Resûl, daxuyaniyeke dengî belav kir û diyar kir ku, "Rêxistina terorî DEAŞ li navenda Mûsilê tenê ji sedî 1ê kontrol dike."
Resûl bal kişand ser wê yekê ku Artêşa Iraqê qismekî herêma Farûq û Meşahdeya li rojavayê bakurê Mûsilê jî kontrol kirine û polês jî ji aliyê rojava ve pêşde diçin.
Resûl got tenê herêmên Nebî Cercîs, Serçexane, Re'sul Hur, Bab El Top û Meşahde qismen di destê rêxistinê mane.
Devera ku wek Mûsila Kevn tê zanîn gelek sivîlan di xwe de dihewîne.