Çand û huner

Rojînê li Cizîra navçeya Şirnexê konser da

Ekrem Payan, Abidin Yel  | 22.11.2025 - Rojanekırın : 23.11.2025
Rojînê li Cizîra navçeya Şirnexê konser da Abidin Yel

Şırnak

 Hunermend Rojînê li Cizîra navçeya Şirnexê konser da.

Di çarçoveya bernameya "Fuara Cizîrê ya Sedsala Tirkiyeyê ya Bi Rihê Biratiyê ya Di Şopa Cezerî da" ku bi piştgiriya Midûriya Giştî ya Karên Bi Civaka Sivîl ra ya Wezareta Karên Navxweyî bi himayeya Walîtiya Şirnexê bi organîzasyona Qaymeqamtiya Cizîrê hat lidarxistin da konser hat dayîn.

Di konsera li Parka Mîr hat lidarxistin da Rojîn derket ser dikê û bi hezkiriyên xwe ra hat bal hev.

Rojînê berî konserê diyar kir ji ber ku li bajêr e kêfxweş e û got ku fuara pirtûkan a hat lidarxistin ji bo navçeya Cizîrê destkeftiyeke mezin e.

Rojînê ev gotin:

"Fuara pirtûkan çand, nirx û xweşikahiyên Cizîrê ji nû va dide jiyandin. Di bin siya Çiyayê Cudiyê, li pey şopa Mem û Zîn, Melayê Cizîrî û Keştiya Nuh bi we ra parvekirina stranan gelekî biqîmet e."

Welatiyan jî bi hunermendê ra stranên Tirkî û Kurdî gotin.

Kesên beşdarî konserê bûn li ber stranan govand gerandin.

Emre Yîgîtê ku hat konserê got ku Şirnex êdî bi çalakiyên civakî tê bibîranîn. Yîgît got ku bi roj beşdarî fuara pirtûkan, êvarê jî beşdarî konsera Rojînê bûn. Yîgît got ku "Ciwanên Cizîrî atmosfereke gelekî xweş pêk anîn. Em spasiya Walîtî û qaymeqamtiya me ya ku ev derfet dane me dikin."

Eylem Encuyê jî diyar kir ku di konsera Rojînê da gelekî kêf kirin û got ku "Em kêfxweş dibin ku li navçeya me çalakiyên xweşik tên kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın