Çand û huner

Akademîsyenan tarîfeyeke 3 hezar salî ya nanê cehî yê hingivînî cî bi cî kir

İbrahim Toprak, Şahin Seçen  | 22.11.2025 - Rojanekırın : 24.11.2025
Akademîsyenan tarîfeyeke 3 hezar salî ya nanê cehî yê hingivînî cî bi cî kir

Batman

Li Hesfkîfa navçeya Batmanê akademîsyenan tarîfeyeke 3 hezar salî ya nanê cehî yê hingivînî cî bi cî kir.


Li Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Heskîfê ya Zanîngeha Batmanê, endamên hîndekariyê Îlker Aksoy, Huseyin Gul, Erşad Tan, Seren Kavas û Esra Yildirim, dema lêkolîna xwarinên kevnare dikirin di çavkaniyên nivîskî da gihîştin tarîfeyeke 3 hezar salî ya nanê cehî yê hingivînî.

Lêkolînek ji aliyê akademîsyenan va hate kirin nanê hat tesbîtkirin di serdemên Roman û Yûnanî yên kevnar û her weha di şaristaniyên Mezopotamyayê da tê pijandin. Wan jî ew yek şopand da ku nan bi awayekî nêzîkî eslê wê were pijandin.

Bi pêşengiya Mamostayê Zankoyê Îlker Aksyoy digel bikaranîna arê ceh, hingiv û xwê hevîrê nan hat sitrandin, piştî gelek ceribandinan tehmê wê hat tehmkirin û li kantîna Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Heskîfê da hat pijandin.

- "Me xwest em jinûva vî nanî vejînin"

Îlker Aksoyê berpirsê Beşa Xizmetên Otel, Xwaringe û Îkramê ya Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Heskîfê ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku lêkolîna xwarinên xwecihî û tarîfên kevnare dikin.

Aksoy destnîşan kir ku dema lêkolîna xwarinên kevnare dikirin di çavkaniyên nivîskî da gihîştin tarîfeyeke 3 hezar salî ya nanê cehî yê hingivînî.

Aksoy diyar kir ku nan ne tenê li Mezopotamyayê di serdemên Romayê û Yûnana Kevnare da jî dihat pijandin û wiha pê da çû:

"Di tabletên Mezopotamyaya kevnar û di tabletên xwarinê yên Serdema Urê ya 3yemîn a sedsala 21an a berî zayînê da tê behskirin. Nanê ceh li berahiyê ye. Di tomaran da hatiye nivîsandin, 'Ji bo cejna perestgehê: 12 nanên cehî yên mezin, 6 nanên bi hingiv şirînkirî.' Hinek tabletên bi nivîsên mîxî behsa cureyên nan dikin. Bi lêkolîneke berfireh di van çavkaniyan da, me tarîfeke nan keşf kir. Ev nan, ku berê li gelek herêman dihat pijandin, bi arê ceh, hingiv û xwê tê sitrandin û li ser kevirê germ tê pijandin. Bi 2 qedeh arê ceh, qedehek ava germ, 2 kevçiyên xwarinê hingiv û kevçiyekî çayê xwêya deryayê tê çêkirin. Me tarîfeya vî nanî dît û me xwest em jinûva vî nanî vejînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.