Çand û huner

Resamê Mêrdînî hunera xwe dineqişîne ser avê

Hunera Ertekinê ku menzere, portre û berhemên dîrokî dineqişîne ser avê, balê dikişîne

Önder Beyter  | 14.02.2021 - Rojanekırın : 16.02.2021
Resamê Mêrdînî hunera xwe dineqişîne ser avê

Mardin

Resamê Mêrdînî Abdulvahap Ertekinê 31 salî hunera xwe ya resmê dineqişîne ser avê.

Resamê Mêrdînî hunera xwe dineqişîne ser avê

Resamê Mêrdînî Abdulvahap Ertekinê 31 salî hunera xwe ya resmê dineqişîne ser avê. ( Halil İbrahim Sincar - Anadolu Agency )

Ertekinê ku li navçeya Dêrikê jidayik bû, piştî ku di dibistana navîn da şiyana wî ya resmê hat keşfkirin, bi azmûna şiyanê ket Lîseya Hunerên Bedew a Diyarbekirê û dû ra jî li Zanîngeha Hunerên Bedew a Mîmar Sînan xwend.

Ertekin ji ber şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji Stenbolê vegeriya memleketê xwe Mêrdînê û li navçeya navendê Artukluyê ji xwe ra atolyeya hunerê vekir.

Ertekinê ku ji zaroktiyê û vir va hez ji resmê dike û şiyana xwe ya resmê bi hunera ebrûyê têkel kir, menzere, portre û berhemên dîrokî dineqişîne ser avê. Her wisa resmên wî yên wekî Tengava Stenbolê, Birca Keçan, Mizgefta Ayasofyayê û zanyarê Tirk ê xelatgirê Nobelê Prof. Dr. Aziz Sancar balê dikişînin.

- "Di resmê da heger mirov portreyê nizanibe mirov nikare minminîkekî jî çêke"

Ertekin ji peyamnêrê AAyê ra got, dema wî unîversîte dixwend, wî di warên hunerên kevneşopî yên Tirk ên wekî xet, ebrû û minyaturê da perwerde sitand û ji van jî ya ku herî zêde bala wî kişand, ebrû bû.

Ertekin bal kişand ku ew li ser vê şaxê hunerê hûr bû û wiha dewam kir, "Gava ez li zanîngehê bûm, ez çûm Balkanan û li wê derê min perwerde da. Azmûna min a ewil a dervayî welêt bû. Li wê derê min dît ku ev şaxê huner çiqas balê dikişîne. Lewma min giraniya xwe da ser ebrûyê. Piştî zanîngehê ez çûm welatên wekî Kuweyt, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û Behreynê. Pey ra jî ez derbasî Ewropayê bûm. Li van deran jî min pêşangeh vekirin û nimayîş kirin."

Ertekin bal kişand ku wî hunera xwe qederekê li Stenbolê domand, ji ber şewbê ew par vegeriya memleketê xwe Mêrdînê û wiha dewam kir:

"Li vê derê min atolyeyek vekir. Ez dersan jî didim. Her wiha piştî şewbê ez dixwazim, hem welêt û hem jî li dervayî welêt fealiyetên xwe yên hunerî bidomînim. Armanca min ew e ku tiştekî nû li hunera ebrûyê ya klasîk zêde bikim. Her wisa di resmê da heger mirov portreyê nizanibe mirov nikare minminîkekî jî çêke. Ez dixwazim di ebrûyê da xwe hîn pêşdatir bibim. Ji ber ku ev, hunereke taybet e, însan jî dixwazin fêr bibin."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.