Sevim Hatun
26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
MARDÎN
Ji 10 welatan bafirokvanên hoste beşdarî Mihrîcana Bafirokeyê ya Navneteweyî ya li Mêrdînê hat kirin bûn.
Li Mêrdînê bi tevkariya Walîtiya Mêrdînê, Şaredariya Mezin, Ajansa Pêşvebirinê ya Dîclê (DÎKA) û Muzeya Mêrdînê ve li bajêr cara ewil "Mihrîcana Bafirokeyê ya Navneteweyî ya Mêrdînê" hat lidarxistin. Bi minasebeta mihrîcanê de ji 10 welatan bafirokvanên hoste li Mêrdînê hatin bal hev.
Di nav de bafirekvanên ji Fransa, Hollanda, Rûsya û Hindistanê jî ji deh welatan bi dehan hoste beşdarî mihrîcanê bûn. Keleha Mêrdînê ya ku di nav miletê de wekî "hêlîna teyran" tê binavkirin piştî 30 salî bi mihrîcanê hat vekirin, hosteyan bafirokên reng bi reng li vir ber bi esman ve berdan û dîmenên xweş çêbûn.
Halit Cebeciyê ji Stenbolê hat herêmê got ku bafirok zehf li Mêrdîna ku lê gelek çand û olên ji hev du cuda lê dimînin tê û wiha dewam kir:
"Mêrdîn bi avahîsazî, mîmarî, însan, çanda xwarinê û hwd din ciyekî zehf xweş e. Wextê hatin vir kelecanî bûn. Wexta ev der bi bafirokê bê bibîranîn wê gelekî balê bikşîne. Bi saya vê jî wê turîzma herêmê geş bibe."