Önder Beyter
07 Mijdar 2018•Rojanekirin: 08 Mijdar 2018
ŞANLIURFA
Bajarê Rihayê ku Girê Mirazan jî di xwe da dihewîne ku wekî ciyê destpêka dîrokê tê qebûlkirin, amadekariyan dike da ku bi durişma "metbexa herî kevn a dinyayê" va tam û xurekên xwe bi UNESCOyê bide pesendkirin.
Piştî ku bajarên Hatay û Entab ku li Tirkiyeyê bi tam û çêjên xwe va derdikevin pêş, ketin nava Tora Bajarên Aferîner a UNESCOyê, bajarê Rihayê ku xwedî dîrokeke pir kevn û metbexeke zengîn e, dest bi amadekariyan kir ku têkeve vê torê.
Li bajêr li mêvanxane û otêlên bûtîk ji kebabên curbecur bigire heya kifteyê hêkan, ji boraniyê bigire heya şêraniya şillixê qedera 400î tam û çêj ji bo mêvanên xumalî û biyanî tên pêşkêşkirin.
Şaredarê Bajarê Mezin Rihayê Nîhat Çîftçî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku di van demên vê axiriyê da kesên dixwazin çand û tamên cuda nas bikin, berê xwe didin bajêr.
Çîftçî da bibîrxistin, krîterê herî mezin ê UNESCOyê ew e ku li bajêr di kargerî û xwaringehan da xurek û tamên herêmî bên firotan.
Çîftçî bal kişand ku wan jî bajarê Rihayê ku Girê Mirazan jî di xwe da dihewîne ku wekî ciyê destpêka dîrokê tê qebûlkirin, bi durişma "metbexa herî kevn a dinyayê" ji UNESCOyê ra amade kir. Çîftçî bal kişand ku bajêr xwedî metbexeke dewlemend e û lewma jî baweriya wî heye ku ev taybetiya bajêr were pesendkirin.
Serokê Şaxê yê Komeleya Turîzma Gastronomiyê Abdurrahman Acar jî diyar kir ku li bajêr eleqeya ku ji tûrên gastronomiyê ra tê nîşandan, roj bi roj zêde dibe.
Acar bal kişand ku wan çendîn proje amade kirine da ku krîterên UNESCOyê bên cih û wiha dewam kir, "Hêviya me ew e ku bajarê Rihayê dê di kurtedemekê da nasnavê bajarê gastronomiyê ku heq dike, wergire."