Servet Taşdemir
06 Sibat 2022•Rojanekirin: 07 Sibat 2022
Li Tetwana navçeya Bidlîsê "Şeva Dengbêjan" hat lidarxistin.
Bername ji hêla Şaredariyê li Navenda Çandê hat lidarxistin, dengbêjên beşdarî bernameyê bûn kilamên xwe gotin.
Şaredarê Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî daxuyand ew kêfxweş in ku ev çand tê parastin.
Geylanî anî ziman mijarên kilaman bûyerên berê ne û wiha dewam kir: "Kevneşopî divê ji nifşan derbasî nifşên din bibe. Ji bo çanda dengbêjiyê bijî me şeveke wiha amade kir. Welatiyên me eleqeyeke mezin nîşanî çalakiya me dan. Li navçeya me çalakiyên çand û hunerê wê dewam bike."