SÎÎRT
Ji Şaredariya Sîîrtê hat daxuyandin ku mehra Nîlay Hulya Kahraman û Sedat Ozkoyuncu bi 3 zimanan hat birîn. Şahidiya mehra ku ji aliyê şaredar Selîm Sadak ve hat birîn bi 3 zimanan hat kirin. Waliyê Sîîrtê Ahmet Aydin bi tirkî, parlementerê Sîîrtê yê Ak Partiyê Osman Oren bi erebî û karsaz Ethem Sancak jî bi kurdî şahidiya mehrê kir.