Abdullah Söylemez,Fatih Çekim
14 Mijdar 2024•Rojanekirin: 23 Mijdar 2024
Li Bazîda navçeya Agiriyê Qesra Îshaq Paşa ya li herêmê di nava berhemên herî bijarte da cih digire, vê hefteyê ku dibistan tetîl bûn, mazûvaniya ziyaretvanan dike.
Qesra ku dikeve başûrê navçeyê di Dewra Laleyê da li ser girekî ku dişibe hêlîna eyloyê hatiye çêkirin û der û dora wê çiyayên bilind hene.
Qesr di Lîsteya Berwext a Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da ye. Di kampusa qesrê da mizgeft, ode, sûr, tirbe, hewşên hundir û derva, dîwan û salonên haremê hene.
Di hemû demsalên salê da qesir xalî namîne û ji aliyê ziyaretvanên xwecî û biyanî va tê ziyaretkirin.
Ziyaretvan digel qesrê, tirba Ehmedê Xanî, Keleha Urartuyan, Muzeya Ehmedê Xanî û Mizgefta Bazîdê ya Kevin jî ziyaret dikin û wextê xwe derbas dikin.
Bahattin Kiliçê ji Îzmirê hat ji nûçegihanê AAyê re wiha axivî, "Li herêmê şopên dîrokê zêde ne. Ev dîrok ne mimkûn e bê vegerandin, lê mirov dikare were vir bibîne û bijî. Ez dixwazim meriv werin vir Qesra Îshaq Paşa, Bazîd û Anadoluyê baş binasin. Hemî aliyên Tirkiyeyê yên me ne. "
Ji zarokan Emre Kadir Erdogan jî got, "Em di tetîlê da hatin vir, geriyan. Cihekî dîrokî ye. Em di tetîlê da kitêban dixwînin, dersên xwe dixebitin û hatin vir. Wextê me xweş derbas dibe."