Önder Beyter
03 Adar 2019•Rojanekirin: 07 Adar 2019
Bajarê xweşbînî û pêkvejiyanê Mêrdîn ku par 3 milyon turîst ezimand, xwe amade dike ku îsal 5 milyon turîstî bike mêvan.
Li bajarê pêkvejiyanê Mêrdînê ku lê dengê naqos û bangê têkelî hev dibe û mensûbên dîn û baweriyên cuda bi xweşbînî û biratî bi hev ra dijîn, par di tûrîzmê da asteke baş hat bidestxistin. Îja hedef ew e ku li bajêr asta turîzmê ya ku par hat bidestxistin, îsal jî were domandin.
ku par di turîzmê da asteke baş bi dest xist û 3 milyon turîst ezimand, xwe amade dike ku îsal 5 milyon turîstî bike mêvan.
Li bajarê ku bi mizgeft, medrese, dêr, kuçeyên teng û malên xwe yên neqişandî va di van salên vê axiriyê da bûye navendeke cazîbeyê, di meha adar û nîsanê da bi rezervasyonên ku hatin kirin va rêjeya tijîbûna otêlan derket ji sedî 90î.
Herwiha li bajarê ku bûye rawestgeheke girîng a turîstan, amadekariyên ji bo sezona turîzmê berdewam in.
- "Hedefa me şikênandina rekorên nû ne"
Walî û Wekîlê Serokê Şaredariyê Mustafa Yaman di daxuyaniya xwe ya ku da peymamnêrê AAyê da diyar kir, piştî ku bi alîkariya gel va aramî hat edilandin, xebatên girîng ên çê û çalakkirina binesaziya turîzmê hatin kirin.
Yaman bal kişand ku li bajêr wan bi fealiyetên çandî û hunerî û herwisa bi festîvalan va aramî ediland û wiha dewam kir, "Mêrdîn hînî aramiyê bû, bû bajarê aramiyê û paytextê aramiyê."
Yaman bal kişand ku bi xêra vê aramiyê jî li bajêr sezona turîzmê belayî 12 mehan bû û wiha got, "Di sala 2018an da di hejmara turîstan da rekor hat şikênandin. Bi ziyaretên di heman rojê va ji 3 milyonî zêdetir mêvan hatin. Êdî hedefa me jî şikênandina rekorên nû ne. Îsal jî em li benda 5 milyon turîstî ne."
Serokê Komeleya Turîzm û Otêlvanan a Mêrdînê (MARTOD) Ozgur Azad Gungor da bibîrxistin ku berê di turîzmê da ew rûbirûyî kêşeyên mezin bûn û wiha got, "Lêbelê di van 2 salên dawîn da ev kêşe êdî neman. Li bajarê me ku 49 otêl û 6 hezar û 500 nivîn qapasîteya wê heye, par me rekorekî muhîm şikênand. Lewma jî îsal hêviya me zêde ye."
Gungor bal kişand ku di anketan da ji her 10 kesan 7 jê dixwazin Mêrdînê bibînin û wiha dewam kir, "Mêrdîn niha gelekî populer e. Em dixwazin rekorê sala par bişikînin. Hedefa me ew e ku hejmara turîstan 5 milyonî bibîne. Rêbendan û sibat ji ser asta ku me hêvî dikir ra bû. Di adarê da rêjeya tijîbûnê zêde ye. Di nîsanê da jî hema tu bêje cih nemaye."