Çand û huner

Li Çukurcayê dengbêjan di mihrîcanê da kilam gotin

Sayim Harmancı, Mehmet Dayan  | 25.06.2022 - Rojanekırın : 27.06.2022
Li Çukurcayê dengbêjan di mihrîcanê da kilam gotin

Hakkari

Li Çukurcaya navçeya Hekariyê di çarçoveya "Mihrîcana 4em a Foto Safarî û Werzişên Siruştê" ku bi çalakiyên cuda dewam dike da seremoniya vekirina raftîngê hat kirin, dengbêjan kilam gotin.

Ji bo danasîna navçeya ser sînorê Iraqê, îsal cara çarem e ku Mihrîcana Foto Safarî û Werzişên Siruştê tê lidarxistin û di çarçoveya mihrîcanê da li ser kolana Cumhuriyetê bername hat lidarxistin.

25.06.2022

Li Çukurcayê dengbêjan di mihrîcanê da kilam gotin

Li Çukurcaya navçeya Hekariyê di çarçoveya "Mihrîcana 4em a Foto Safarî û Werzişên Siruştê" ku bi çalakiyên cuda dewam dike da seremoniya vekirina raftîngê hat kirin, dengbêjan kilam gotin.

Piştî rêzgirtin û xwendina Sirûda Îstiqlalê Qaymeqam Hasan Kurt axivî û diyar kir ku li navçeyê kirina vê mihrîcanê girîng e. Kurt daxuyand, piştî operasyonên serkeftî yên hêzên asayîşê hizûr û ewlehî çêbû û ciwanan derfeta sporê nas kir û wiha dewam kir:

"Li Çukurcaya me û herêma me ji her temenî ciwanê me raftîngê dikin û ji nava ciwanan seba tîma neteweyî xort dertên. Ciwan di organîzasyonan da serkeftî dibin û di paşerojê da hêviya me ji wan heye. Nêzî 180 hunermendên kişandina wêneyan hatin navçeyê. Ev wênekêş wêneya dîrokî, xweşikahî, kevneşop û edetên dewatên Çukurcayê dikşînin û bîreke navçeyê çêdikin. Ji bo paşeroja Çukurca û herêmê hêviya me heye. Em her hefte bi sedan turîstên xwemalî û înşellahê em ê di rojên din da turîstên biyanî biezimînin."

Di çalakiya ku Şaredar Ensar Dundar û Midûrê Ciwanî û Sporê yê Bajêr Emîn Yildirim jî axivîn da gazî werzişvanên 17 tîman ku ji bajarên cuda hatine, kirin û li ser dikê dan naskirin.

Piştre dengbêjan kilam gotin, Qaymeqam Kurt û endamên protokolê li ber muzîkê govend gerand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.