Çand û huner

Li çoltera Adiyemanê cîwarê serdema Romayê hat dîtin

Li kirê gundê Oymakliyê yê navçeya Gergerê li qadeke 150 donimî gelek kortikên tirîarçiqandinê, sarinc, berê aş û xîmê avahiyan hatin dîtin

Orhan Pehlül  | 16.10.2025 - Rojanekırın : 16.10.2025
Li çoltera Adiyemanê cîwarê serdema Romayê hat dîtin

Adıyaman

 Li çoltera Gergera navçeya Adiyemanê cîwareke bi qasî 150 donimî ya ji serdema Romayê hat dîtin.

Li kirê gundê Oymakliyê piştî dîtina hin berateyên hatin nirxandin dibe ku berhemên dîrokî bin, ekîbên Midûriyeta Muzeya Adiyemanê li deverê dest bi vekolînan kirin.

Ekîb li herêma ku hat tesbîtkirin vedigere sedsala 4em a Piştî Mîladê, rastî gelek kortikên tirîarçiqandinê, sarinc, berê aş û xîmê avahiyan hatin.

Ji bo tescilkirina qadê dê li Midûriyeta Lijneya Herêma Şanliurfayê ya Parastina Heyînên Çandî serîlêdan bê kirin.

Midûrê Muzeya Adiyemanê Mehmet Alkan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li qadê gelek avahî hene û ji ber ku nêzîkî Keleha Kahtayê ye, dever wekî cîwar hatiye emilandin û wiha dewam kir:

"Di vekolînên me yên li vê qadê da em rastî gelek kortikên tirîarçiqandinê, sarinc û berên aşan hatin. Ev avahiyên mîmarî yên vedigerin 1600 sal berî roja me, wê yekê nîşanî me didin ku ev der qadeke pir giring e. Ji ber zêdebûna kortikên şirava tiriyan, bi îhtimaleke mezin ev der cihê hilberîna şerabê bûye. Gava em li mîmariya wê dinihêrin jî em dibînin ku avahiyên ji serdema Romayê ne. Em difikirin bi vekolînên berfirehtir va li vê derê em ê rastî surprîzên mezintir werin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın