Haydar Şahin
03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2018
ADIYAMAN (AA) - Li Besniya navçeya Adiyemanê ji vir sal û nîvek berê dest bi xebatên restorasyona Pireya Qizilînê ya dîrokî ya heyama Romayê mabû kiribûn û karûbarên restorasyonê hatin temamkirin.
Mehmet Alkanê Midûrê Muzeya Adiyemanê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku pireya dîrokî 55 kîlomêtre dûrî navenda Adiyemanê û 44 kîlomêtre jî dûrî Besniyê ye, çûyîn û hatina ser pireyê ra ji 2 aliyan dewam dike.
Alkan got ku di "Tabula Peutingeriana"ya nexşeya rê ya Romayê da ji bo pireyê dibêjin "Ad Pontem Singae" û di çavkaniyên antîk da jî dibêjin "Sînga" û wiha axivî:
"Teknîka çêkirina Pireya Qizilînê dişibe ya Pireya Cendereyê ya ji pireyên bi îhtişam ên Qraltiya Kommageneyê ye û ji ber vê ji bo dîroka çêkirina pireyê dibêjin sedsala 2yan a Pîştî Mîladê. Hin nivîskarên Ereb ên di heyama navîn da jiyane ji bo pireyê dibêjin ji xweşikahiyên dinyayê ye. 3 kemberên pireyê hene û lingên pireyê li ser kevirên li rexê çêm hatine danîn. Ji ber ku di sedsala 19an da gundên li herdu aliyên pireyê li hev nekirine kembera nava pireyê jî ji ber çûye."
Alkan bi bîr xist ku pire herdu aliyên Çemê Goksuyê digihîne hev û wiha pê da çû: "Pire kêmzêde hezar û 800 sal berê hatiye çêkirin, dirêjahiya pireyê 150 mêtre ye, berahiya wê jî 7,5 mêtre ye. Kevirên ku pê pire hatine çêkirin jî bi qasî ton û ton û nîvekî ne."
Alkan destnîşan kir ku restorasyona pireyê bi destê ekîbên Midûriyeta Herêma 8an a Rêbejayê tê kirin, pîlan dikin ku sala pêşiya me restorasyon hemû were temamkirin.