Çand û huner

Kurtefîlm û belgefîlmên "Mihrîcana Fîlman a Bogazîçiyê ya 13emîn" hatin kifşkirin

Özlem Limon  | 16.10.2025 - Rojanekırın : 16.10.2025
Kurtefîlm û belgefîlmên "Mihrîcana Fîlman a Bogazîçiyê ya 13emîn" hatin kifşkirin

Istanbul

 Kurtefîlm û belgefîlmên "Mihrîcana Fîlman a Bogazîçiyê ya 13emîn" ku Ajansa Anadoluyê (AA) Şirîkê wê yê Ragihandina Global e, hatin eşkerekirin.

Weqfa Çand û Hunerê ya Bogazîçiyê wê bi piştgiriya Midûriya Giştî ya Sînemayê ya Wezareta Çand û Turîzmê di 7-14ê Mijdarê da mihrîcanê li dar bixe. Di mihrîcanê da temaşevan wê di kategoriyên kurtefîlm û fîlman da 31 fîlman temaşe bikin.

Îsal fîlmên di bijarteyên "Kurtefîlma Neteweyî", "Kurtefîlma Navneteweyî" û "Belgefîlmê" da werin temaşekirin û seba xelata mezin têkevin pêşbaziyê.

Di şaxa belgefîlmê da fîlma ku wekî "Fîlma Herî Baş" were neqandin, wê 100 hezar lire, fîlma ku layîqê Xelata Taybet a Juriyê were dîtin jî wê 50 hezar lire xelata pere hilde.

Di şaxa kurtefîlman da fîlma ku di kategoriyên neteweyî û navnetweyî da wekî "Fîlma Herî Baş" were neqandin wê her yekî 50 hezar lire xelatê bistînin, seba Xelata Mezin a ku ji bo bîranîna derhêner Ahmet Uluçay tê dayîn jî wê 100 hezar lire were dayîn.

Ji bo mihrîcana ku Turkcell û Rêhewaya Tirk sponsoriya sereke hildaye, agahiyên berfireh li ser navnîşana "www.bogazicifilmfestivali.com"ê û li ser hesabên medyaya civakî yên fermî yên mihrîcanê hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.