01 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
BATMAN
Li Batmanê ji bo navçeya Hesenkeyfa ku di bin bendava Ilisûyê de dimîne civîn hat kirin.
Civîn bi serokatiya Walî Ahmet Denîz li salona walîtiyê hat kirin.
Qaymeqamê Hesenkeyfê Faruk Bulent Bayguven, Midûrê Herêma 16emîn a Karên Avê yê Dewletê (DSÎ) Alî Fuat Eker, Defterdarê Bajêr Mecît Ozdemîr, Wekîlê Midûrê Hawirdor û Bajarvaniyê Muzaffer Ozkan beşdarî civînê bûn.
Di civînê de xebatên Hesenkeyfa nû û rewşa gundên ku di bin avê da dimînin hatin nirxandin.
Waliyê Batmanê Ahmet Denîz got ku xebatên avakirina bendava Ilisûyê êdî hatine dawiyê û înşellah ji bo welatî mexdur nebin tişta ji destê me tê em ê bikin.
Civîn piştî birîfînga Midûrê DSÎyê qediya.