Fatih Gazioğlu
31 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 01 Tebax 2018
SÎVAS
Şaredariya Zarayê di çarçoveya Projeya Piştgiriya Civakî da 135 jin seba bigerin şandin Başûrê Rojhilatê.
Qefleya gerê piranî ji qursiyerên Navenda Çandê ya Jinan a Şaredariya Zarayê pêk tê.
Serokê Şaredariya Zarayê Sayit Ahmet Pala daxuyanî da û got ku wan xwest ji bo jinan gerekê li dar bixin û wiha axivî: "Projeya me bi qasî 10 meh bû dewam dikir. Di çarçoveya projeyê da me 135 jin û keçên ku li qursên govend, resim, paxir rolyaf û sazê perwerde dîtin şandin bajarên Başûrê Rojhilatê. Ez ji bona xebatên hevalên me spasiya wan dikim."
Kordînatora projeyê Hîlal Karapinarê jî got di çarçoveya projeyê da li Diyarbekir, Hesenkeyf, Mîdyat, Mêrdîn, Şanliurfa û Xelfetiyê geriyan û wiha dewam kir:
"Me gelekî kêf kirin. Em li keştiyê siwar bûn û em li muze û gelek ciyên dîrokî geriyan. Hemû mesrefên me jî di çarçoveya projeyê da hatin dayîn."