Elif Orhan
20 Tebax 2019•Rojanekirin: 22 Tebax 2019
Emine Kaplan Usa mamosteya teqawîd a ku li Beyşehîra navçeya Konyayê dijî li atolyeya ku li mitbaxa xwe ava kiriye bi çiqil, kevir, kevz, qepûşk, parçeyên êzingan û dendikên mêweyan eşyayên xemlê çêdike.
Emîna Kaplan Usa 59 salî ya ku hezkiriyê tebîetê ji bo ku hesasiyeta hawirdor zêde bike hin parçeyên tebiî diguherîne û ji bo vê mitbaxa mala kir atolye.
Us bi çiqil, kevir, kevz, qepûşk, parçeyên êzingan û dendikên mêweyan ên ku ji tebîetê berhev dike eşyayên xemlê çêdike û ji melzemeyên tebiî berhemên hunerî derdixîne holê.

Usê berhemên ku heta îro çêkirin li cihên qerebalix ên navçeyê pêşkêşî welatiyan kir.
- Çiqlên hişk ên daran bûn huner
Usa mamosteya teqawîd daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hin parçeyên li tebîetê dikarin bi rêyên cuda bên nirxandin.
Usê behs kir ku di zarokatiya wê da darên hişkbûyî bala wê dikişand û wiha axivî:"Dema min darên hişkbûyî didîtin dilê min dişewitî. Min hewl dida ku ji wan tişt miştên cuda çêkim. Kesên dihatin mala me gotin ku 'tu dîsa dikarî çêkî' û hemû tiştên ku min çêkirbûn hildidan dibirin. Li tebîetê gelekî melzeme heye. Me berhemên gelekî xweşik derxistin. Min kosî, jojî û kund çêkirin. Min ji qepûşkekî cisnên çûkan, çêlek, hesp, ker, berx, mih û bizin çêkirin. Fîrmayekê ji bo ku kundên min çêkirin îxracê dervayî welêt bike daxwaz kir. Ango êdî xebatên min hêdî hêdî dibin navneteweyî."

- "Em difikirin ku xebatê di projeyên navneteweyî da binirxînin"
Hîndekarê Dr. ya Beşa Perwerdeya Taybet a Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Necmettîn Erbakan Rukiye Konuk Erê jî got ku Usa hezkiriya tebîetê xwendekara lîsansa bilind e û wiha axivî:"Me bi wê ra pirtûkeke ku agahiyên berfireh û wêneyên xebatên ku ew çêdike cî digire amade kir. Em difikirin ku vê xebatê di projeyên navneteweyî da binirxînin."