Çand û huner

Berhemên Keleha Kemahê tên derxistin

Di keleha dîrokî ya Kemaha navçeya Erzincanê da xebatên kolanê tên kirin, berhemên dîrokî tên derxistin û di nav van berheman da Mizgefta Beg a ku Ewliya Çelebî di Seyahetnameya xwe da qalê dike jî heye

İbrahim Atmaca  | 20.08.2019 - Rojanekırın : 22.08.2019
Berhemên Keleha Kemahê tên derxistin

Erzincan

Erzincan navenda Mengucekên ku ji mîrtiyên ewil ên Tirk in û li Anadoluyê hatiye avakirin. Di keleha dîrokî ya Kemaha navçeya Erzincanê da xebatên kolanê tên kirin û berhemên dîrokî tên derxistin. Di nav van berheman da Mizgefta Beg a ku Ewliya Çelebî di Seyahetnameya xwe da qalê dike jî heye.

Navçe 50 kîlomêtre dûrî navenda Erzincanê ye û Keleha Kemahê li ser girekî ku bi navçeyê va dixuyê hatiye avakirin. 9 sal berê bi kordînasyona Zanîngeha Ataturk Fakulteya Edebiyatê û Beşa Dîroka Hunerê xebatên kolanê dest pê kirin û didomin.

Keleh li ser nêzî 8 hezar mêtreqareyî hatiye avakirin û bilindahiya wê 80 mêtre ye. Xebatên kolanê bi serokatiya Serokê Beşa Dîroka Hunerê Prof. Dr. Huseyîn Yurttaş dimeşe û ji heman beşê 26 kes beşdar dibin.

Di kolanê da roj bi roj berhemên dîrokî yên cuda tên derxistin. Mizgefta Beg a ku Ewliya Çelebî di Seyahetnameya xwe da qalê dike, berhemên taxa Tirk a hezar salî, di navbera keleh û Newala Tanasurê da tunêlên avê, seramîk û destxet tên derxistin.

Serokê Heyeta Kolanê Prof. Dr. Huseyîn Yurttaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Kemah navenda Mengucekên ku Tirkên ji Asyaya Navîn hatine Anadoluyê ava kirine ye.

Yurttaş diyar kir ku di xebatên vedana kelehê da xirabeyên mizgefteke ku li gor texmînê ji dewra Mengucekan maye, hat derxistin û Ewliya Çelebî di Seyahetnameya xwe da qala vê mizgeftê dike.

Yurttaş diyar kir ku di vedanê da seramîk û destxetên sedsalên 12,19 û 20emîn hatin dîtin û wiha dewam kir:

"Di vedanên berê da perçeyên hin pirtûkên ku dîroka wan dawiya sedsala 19emîn e hatibûn dîtin. Di nav van da pirtûka herî bi qîmet Qur'ana Pîroz a sedsala 16emîn bû û 27 wereqên wê hatibûn tesbîtkirin. Paşê em li ser xebitîn û li gor xebatê em dikarin bêjin ku ekoleke Ahmet Karahîsarî ev nusxeya Qur'ana Pîroz nivîsiye. Me ev jî teslîmî muzeya berhemên destxet kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.