Haydar Şahin
03 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2020
Li Fransayê piştî îstifaya Edouard Philippe wezîfeya Serokweziriyê dan Jean Castex.
Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Elyseeyê da hat diyarkirin ku Castex wekî Serokwezîr hat tayînkirin û ji bo avakirina hikûmeta nû hat wezîfedarkirin.
Macron di meha nîsanê da ji bo rakirina tevdîrên di çarçvoya vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da hatibûn hildan bi rê va bibe Castex wezîfedar kiribû.
Castex di sala 2008an da şaredartiya Pradesa li başûrê welêt kiribû, di heyama serokomartiya Nîcolas Sarkozy da di salên 2011 û 2012an da wezîfeya Alîkariya Sekreterê Giştî yê Serokomariyê kiribû.
Qesra Elyseeyê şeveqê îlan kiribû ku Philippe îstifaya xwe û hikûmetê pêşkêşî Emmanuel Macronê Serokomar kir û îstifa hat qebûlkirin.
Li welatê ji ber pirsgirêkên civakî û aboriyî tevlihevî heye çend hefte bû li bendê bûn ku Philippe îstifa bike.