Çand û huner

Li Kulliyeya Serokomariyê konsera taybet bi 15ê Temmûzê

Li Kulliyeya Serokomariyê konsereke taybet bi 4emîn salvegera 15ê Temmûzê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî, hat lidarxistin.

Ahmet Aydın  | 15.07.2020 - Rojanekırın : 15.07.2020
Li Kulliyeya Serokomariyê konsera taybet bi 15ê Temmûzê

Ankara

Li Kulliyeya Serokomariyê konsereke taybet bi 4emîn salvegera 15ê Temmûzê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî, hat lidarxistin.

Di konsera ku bi serperiştiya Serokatiya Ragihandinê li Havuzlu Bahçeyê hat lidarxistin de, besteya bi navê "Destana 15ê Temmûzê" ku piyanîst û bestekarê navdar Fahîr Atakoglu ji bo ruhê Têkoşîna Neteweyî nota jê re danîne, yekem car hat guhdarkirin.

Besteya ku giringtirîn dem û mekanên şeva hewla derbeyê distire, ji beşên weke "Xiyanet, şeref, Marmarîs, sela, bang, serfermandar, mala gel, pira şehîdan û nobeda demokrasiyê" pêk hat.

Di konserê de Orkestraya Senfoniyê ya Serokomariyê û Koroya Zarokan a Rêveberiya Giştî ya Hunerên Bedew a Wezareta Çand û Geştiyariyê digel hunermendê navdar Samî Savnî Ozer refeqeta Fahîr Atakoglu kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.