Çand û huner

Hîzan bû studyoya tebiî

Hizana ku bi xweşikahiyên xwe yên tebiî û avahiyên xwe yên dîrokî va ji turistan ra mêvandariyê dike êdî ji bo dîmenên kilîp û belgefîlman bû mekan

Haydar Şahin  | 21.03.2019 - Rojanekırın : 24.03.2019
Hîzan bû studyoya tebiî

Bitlis

Hizana navçeya Bidlîsê ya ku bi xweşikahiyên xwe yên tebiî û avahiyên xwe yên dîrokî va ji turistan ra mêvandariyê dike êdî ji bo dîmenên kilîp û belgefîlman bû mekan û balê dikişîne.

Hîzana ku bi tebîeta xwe ya nehatiye xirabkirin û avahiyên xwe va ziyaretvanan şaş û metel dihêle piştî ku Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî kir bi hemleya danasînê va balê dikişîne.

Bi operasyonên serkeftî va li navçeyê hizûr û rewşa ewlehiyê hat pêkanîn. Hîzan bi xaniyên xwe yên dîrokî, çanda xwe ya qedîm û tebîeta xwe ya kesk va nika jî bala derhêneran dikişîne.

Berê di pêşîkêşiya şaredariyê da li Hîzanê safariya wêneyan dihatin kirin û bi saya vê gelek wênekêşên bi nav û deng ên Tirkiyeyê hatin navçeyê. Hîzan nika jî ji belgefîlm û klîban ra malxwedîtiyê dike.

- Li Hîzanê belgefîlm, reklam û klîp tên kişandin

Wekîlê Şaredar û Qaymeqamê Hîzanê Bulent Hamîtoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di van salên dawîn da bi saya operasyonên serkeftî yê hêzên ewlekariyê va navçe gihîşte hizûrê.

Hamîtoglu diyar kir ku Hîzan ji wan navçeyan yek e payîza wan zehf xweş derbas dibe û wiha pê da çû:

"Me li vê derê pêşbaziyên wêneyan li dar xistin, hevpeyvîn, konser û ger organîze kirin. Di encama xebatên me da gelek mêvan hatin vê derê. Me bi pêşbaziyên wêneyan va bala wênekêşan kişande ser navçeyê. Paşê kesên xwestin belgefîlman bikişînin hatin vê derê. Belgefîlmên li ser xaniyên ji kevir û mirovan hatin kişandin. Xêncî hin kes jî hatin reklam kişandin. Herî dawîn jî sitranbej tên kilîban dikişînin. Ev ji ber vê bextewar in."

- Hunemendê dewletê ji bo klîbê hat Hîzanê

Arîf Çelîkê hunermendê tenburê yê Koroya Muzîka Gel a Dewletê ya Enqereyê ya Wezareta Çandê ji bo kilama xwe ya "Şu Sevda Denen"ê li navçeyê klîb kişand.

Çelîk diyar kir ku berê ji bo wezifeyê hatibû Hîzanê û ji tebîeta wê hez kiribû û wiha axivî:

"Ez çûm Enqereyê lêbelê dilê min di vir da ma. Dema mijara klîbê hat rojevê jî min got 'Dibê li Hîzanê were kişandin'. Dema Qaymeqam Hamîtoglu jî li wê derê bû min mijar anî rojevê. Qaymeqam got em ê piştgiriyê bidin kişandina klîbê. Besteya min a dawîn jî me li vê derê got."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın